Ji Nisêbînê dûman radibe

10:49

JINHA

MÊRDÎN – Ji ber êrîşên hêzên rejîma AKP'ê yên tevkujiyê li taxên nivêbînê şewat bi gelek malan ket û dûman ji taşan bilind dibe.

Êrîşên li ser taxên Nisêbîna Mêrdînê berdewam dikin. Tîmên ku nikarin têkevin taxan çekên giran bi kar tînin. Di saetên serê sibehê de wesayitên zirxî yên ku li qada Newrozê û li ser rêya Îpekê hatine bi cihkirin nava kolanên taxa Firat û Abdulkadîrpaşa bombebaran kirin. Tîmên taybet gelek caran bombeyên hewanê jî bi kar tînin. Ji ber bombebaranê şewat bi gelek malan ket. Ji ser taxa Firatê dûmana reş bilind dibe.

Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambulansan a li ser rêya Îpekê jî dom dike. Ligel hemû hewildanê jî hêzên rejîmê nikarin bikevin taxan. Hewildanên hêzên rejîmê rastî bersiva YPS û YPS-JİN’ê tên.

(kom/zt)