ROJEVA 22'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:01

*Guler Bozyel diyar kir ku ax, zimanê dayîkê û nasnama wan ji destê wan girtine û êrîşên ser Taxa Gulsuyê vegot. Gulera ku bi koça zorê ji gundê xwe derketî niha jî bi zora 'vegera bajar' re ru bi ru ye got: "Li piş her deriyê malên Taxa Gulsuyê ya ku têde mirovên tekoşîn dikin, baldar, ketkar û xweşik lêdijîn de çîrokek heye. Ev cihek ku mirovên xwediyê nasnameyên cuda lê dikarin bijîne."

*"Heval Semaya" kolanên Cizîra Botan Bişeng Kolanç, di temenê xwe yê biçuk de berxwedanek mezin jiyan kir. Bîşeng berê li Rojava û paşê jî li Cizîrê beşdarî berxwedana mezin bû. Malbata Bîşengê diyar kir ku wan Bîşeng bi çîroka navê wê mezin kirine. Gotinên Bîşengê yên li peyî wê mayîn wihane; "Komkujiyek mezin heye. Ez li hemberî van komkujiyan bêdeng namînim. Hun jî bêdeng nemînin. Li wê sucê mirovahiyê tê kirin."

*Li Wanê ligel şîdetên aborî, derûnî û fîzîkî ên ku jin dijîn, îstîsmara zayendî jî pêk tê. Derbarê lêkolîna salek yê di vê mijarê de Derûnasa Navenda Jiyana Jin a Rojîn Gûlten Ceylan nirxandin kir û destnîşan kir ku zewacên di temenê biçûk de dibe sedema travmayan û got bingeha gelek pirsgirêk jî ji vê yekê tê.