Dê Newroza Cizîrê li hember teslîmyetê atfî berxwedêra bê kirin
12:49
JINHA
ŞIRNEX - Gelê Cizîrê ku li dijî êrîşên komkujyê serî danenîn dê sibê bi tevlêbûna deh hezaran Newroza mezin a dîrokî pîroz bike. Hevşaredarên Cizirê Leyla Îmret û Kadîr Konur, ji bo Newroza Finalê ku sibê li Cizîrê bê pîrozkirin, bang li hemû gelên Botanê kir û xwest bi Ruhê Newroza 92'an Newrozê pîroz bikin û li Rêveberiya Cewherî xwedî derkevin.
Gelê Cizîrê ku li dijî komkujiya Hêzên Dewletê 80 rojan di ber xwe da û dîrok nivîsand, dê sibê bi tevlêbûna deh hezaran û ruhê Newroza 92'an dîsa Newrozê piroz bike û dîrokê binivîse. Gelê Botanê ku di qada berxwedanê de dîrok nivîsand û li dijî êrîşên hêzên dewletê serî netewand, dê sibê bi Agirê Newrozê berxwedana xwe pîroz bike. Hevserokên HDP, DBP, KCD û HDK'ê dê beşdarî Newrozê bibin. Dîsa gelek heyetên welat û dervê welat dê beşdari Newroza Cizîrê bibin. Newroza Cizîrê ku dîyarî Berxwedêrên Cizîrê bê kirin, dê sibê saet di 10.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya Cizîrê bi tevlêbûna deh hezaran kesan bê pîrozkirin. Hevşaredarên Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Konur, bang li gel kirin ku tev li Newroza dîrokî ya berxwedanê bibin.
'Em dê li bîranîna wan xwedî derkevin'
Hevşaredar Leyla Îmret, anî ziman ku gelê Cizîrê pêvajoyek pir dijwar li pey xwe hişt û ev Newroz dê bibe destpêka jiyanek nû. Îmret, anî ziman ku ew dê pêşengiya avakirina jiyan nû bikin û wiha got: "300 canê me bi fedayiyek mezin di ber xwe dan. Em dê di Newrozê de li bîranîna wan xwedî derkevin. Ew dê bibin pêşengê jiyana nû. Ew rêveberiya gel a cewherî bûn. Ji bo gel di ber xwe dan û canê xwe dan."
'Dê ruhê Newroza 92'an ji nûve zindi bibe'
Leyla, anî ziman ku Newroza îsal dê ji Newroza 1992'an ne cuda be û bi Newroza îsa dê dîsa ruhê 92'an zindî bikin. Newroza 2016'an dê bibe Newroza Rêveberiya Cewherî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di dîrokê de berxwedanek wekî vê berxedanê tune. Em dê newroza îsal bi ruhê berxweana wan pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li gorî ruhê berxwedêrên Botanê û Newrozê bên beşdarî Newrozê bibin. Newroz dê bi xwe re ruhekî nû yê berxwedanê ava bike. Em dê ji bo bîranîna wan qader nû li qada têkoşîna xwe vekin."
'Emê peyama serî natewînin bidin'
Hevşaredarê Cizîrê Kadir Konur jî anî ziman ku ew dê di vê Newrozê de peyama wan serî danenî û dê serî danenînin bidin û wiha got: "Em dê vê Newrozê ji bo bîranîna berxwedana Cizîrê û berxwedana bajarên derve pêk bînin. Ev dê bibe bîranîna şehîdên Berxwedana Botanê. Em dê li berxwedêrên Cizîrê ku bi hov hatin qetilkirin xwedî derkevin. Gel dê bi Newrozê bersîv bide êrîşan. Di dîrokê de Newroz berxwdan e. Ji nûve avakirin û jiyan e. Gelê me dê li dijî polîtîkayên komkujî û îmhayê peyama berxwedanê bide."
(kom/zt)