Li Qoserê berxwdana Newrozê li kolanan belav bû

11:34

JINHA

MÊRDÎN - Ciwanên ku xwestin herin pîrozbahiya Newrozê ya li Parqa Mehmet Sincar rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî ku polîsan êrîşî ciwanan kir berxedana li kolana belav bû.

Piştî ku Waliyê Mêrdînê li navçeyê hemu çalakî qadaxa kir, welatiyan qedexeya walî nasnekirin û ji bo pîrozbahiya Newrozê ber Parqa Mehmet Sincar ve herikîn. Ciwanên ku li Taxa Berçem gihîştin hev û ber bi qada Newrozê ve ketin êr rastî astêngiya polîsan hatin. Ciwanên ku nikarî bûn bikevin qadê ji dervî qadê agirê Newrozê vêxistin. Polîsan xwe li coşa agirê Newrozê ya ciwanan negirt û êrîşî ciwanan kirin.

Piştî êrîşa polîsan berdexwedana ciwanan li kolana belav bû. Ciwan li hember êrîşa polîsan berxwedana xwe berdewam kirin.

(dt/zt)