Li Nisêbînê êrîş dom dikin
10:27
JINHA
MÊRDÎN – Êrîşên dewletê yên ser taxên Nisêbînê berdewam dike.
Êrîşên ser taxên Firat, Dicle, Yenîşehîr, Abdulkadîpaşa, Kişla û Zeynelabîdîn yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berdewam dike. Tîmên ku 8 roj in êrîşî taxan dikin li ser bersivên YPS û YPS-JİN’ê neçar paşve vedikişin û nikarin têkevin taxan. Di saetên serê sibehê de tîmên ku li Qada Newrozê û derdorê we bi cih bune êrîşî nava hundirê kolanên taxa Firat û Yenîşehîrê dikin. Tîmên ku li Weysîka, li Tabura leşkerî bi cih bune êrîşî hundirê kolan û malên taxên Yenîşehîr û Dîcleyê dikin.
Êrîşên bi bombaataran yên li dijî taxa Firatê dom dike.
(kom/zt)