ROJEVA 21'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
08:00
*Endama Rêveber a Kongreya Star ya Kantona Cizîrê Neîme Hesen ku bi ser navê Kongreya Star beşdarî Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê a di 16-17 mehê li Rimêlan lidar ket bibû, encamê civînê û girîngiya wê ji JINHA'yê re parve kir.
*Xwendekarên li Cizîrê diçin dibistanê zoriya hînbûna cîh dikêşin, hem dibistan hatine xirakirin û hem jî ji aliyê leşker û polîsan ve hatine karanîn. Xwendekaran bertek nîşanî mamostayên ku di pêvajoya qedexeyê de navçe terikandîn û çuyîn dan û gotin; "Dê ji niha û şon de çî hînî me bikin?"
* Ji ber êrîşên hêzên dewletê zarokên di nava du qedexeyan de mayîn, li gel hîna taloke ser wan heye jî herêma vale dîtine hema ketina nava hewildanên lîstinê.
*Gulîstan Sezera ku hîn di temenek biçuk de zewicî û hevjinê wê tevlî nav refên PKK'ê bûye û jiyana xwe jidest daye, got ku keça wê Yagmur a ku piştî bavê xwe hatî dinê wesiyeta bavê xwe bîne cîh û navê ku bavê wê xwestiye li wê bê kirin li zarokên xwe bike.
*Ji serdemên kevin mirov zîro ji bo dermankirina nexweşiyên romatîzma, fitiqên piştê û qansêran bikartanîn. Zîroyên ku di nava xwezayê de nifşê wan ber bi tinebûnê ve diçe li tesîsleran ji gel re tên firotin. Yilmaz Seyhan yê ku li Wanê zîro difroşe destnîşan kir ku zîro ji bo gelek nexweşî dermane.
* Navenda Civakî a Tarlabaşiyê ji bo pirtûkxaneya ku ew ê ji şîdet û leyîstokên ji navarokên bê zayend dur avabikin banga alîkariyê kirin.
* Li Şirnexê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê ku di roja 6’an de li hemberê êrîşên qîrkirinê didome, bi agirê Newrozê ku ji çiyayê Cudî bilind bûyî hat silavkirin. Pevçûnên di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN de her diçe dijwar dibe û di encama pevçûnan de tîmek taybet jiyana xwe ji dest da.