Midurê Karê Fenê yê Şaredariya Şirnexê hat binçavkirin
17:01
JINHA
ŞIRNEX - Midurê Karê Fenê yê Şaredariya Şirnexê Abdulrrezak Yildiz li bajaroka Gundikê Melê hate binçavkirin.
Midûrê Karên Fenê ya Şaredariya Şirnexê Abdulrezak Yildiz ku piştî êrîşên tevkujiyê yên rejîma AKP'ê li bajaroka Gundikê Melê dimîne, ji aliyên hêzên dewletê ve hate binçavkirin. Hate zanîn ku Abdulrrezak ji bo çûyîna Amedê bi hevsera xwe re ya Hevşaredara Gundikê Melê Leyla Yildiz re bi sedema destûr xwastinê çûn Fermandariya Cendermeyîan a Mîllî û ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin.
Hate zanîn ku Abdulrrezak bi hinceta îfadeya wî heye, hatiye binçavkirin û bi wesayîta zirhî şandin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.
(kom/zt)