Şer li tevahiya Şirnexê belav bû

17:00

JINHA

ŞIRNEX - Pevçûnên di encama êrîşên tevkujiyê yên rejîmê de li Şirnexê didomin, îro li tevahiya bajar belav bû. Ji avahiyên leşkerî toman bilind dibe.

Êrîşên rejîma AKP'ê yên tevkujiyê û li hemberî vê berxwedana YPS/YPS-JIN û gelê Şirnexê didome. Di roja 6'emîn de pevçûn li tevahiya bajar belav bûn. Pevçûn îro li Taxa Vakifkent û Yenîmahalle yên ku hendek û barîqat tunin jî belav bû. Her wiha di encama çalakiya li hemberî 23'yemîn Fermandariya Tûmena Sînor a Çakirsûgutê de pevçûnên dijwar derketin. Piştî pevçûnan ji avahiyên leşkeriyê dûman bilind dibe. Tevahiya bajar topbaran dikin

Piştî dijwar bûna pevçûnan, hêzên rejîmê bênavber taxan topbaran dikin. Şer û pevçûn li tevahiya bajar bi hemû şideta xwe didomin.

(kom/zt)