'Beriya komkujiyê divê her kes bertekên xwe nîşan bidin û rabin'
16:59
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ku êrîşên tevkujiyê yên rejîmê berdewam dikin, hemwelatiyên sivîl ên li taxan bang li tevahiya gelê kurd kirin û wiha gotin: "Berî komkujî pêk bêdivê herkes rabe ser piyan û li Nisêbînê xwedî derkeve."
Li Nisêbîna Mêrdînê ya ku êrîş lê dom dikin berxwedana gel bi zêdebûn berdewam dike. Êrîşê dewletê bi ser taxên Firat, Dîle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa û Kişlayê didomin. Hêzên ku nikarin têkevin taxên berxwedêr bi çekên giran êrîşî taxan dikin. Welatiyek ku em bi rêya telefonê gihanê anî ziman ku hêzên dewletê bi hemû çekên xwe yên giran êrîşî ser taxan dikin û wiha got: "Ji her deveran gule û bombe tên avêtin. Her ku diçe rewş xirabtir dibe. Beriya ku vir bibe Cizîr divê gelê me rabe ser piyan û li Nisêbînê xwedî derkeve."
(kom/zt)