Li Şirnexê êrîş berdewam dikin malan dişewitînin
16:51
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê dema hêzên dewletê xwestin bikevin Taxa Yeşîlyurtê rastî berxwedana hêzên YPS'ê hatin, li ser bajar topbaran didome.
Li Şirnexê li hemberê topbarana hêzên dewletê AKP'ê berxwedana YPS/YPS-JIN û gelê Şirnexê didome. Hêzên dewletê ku bi rojane ligel hemû topbaranê nikarin vîna gel bişkênin, ji aliyê dîn jî bi zorî gel ji taxa derdixin. Her wiha hêzên dewletê ji welatiyên ku dixwazin şewata di encama topbaranê de derketî vemirînin re jî asteng dikin. Li gelek taxan jî di encama êrîşên dewletê de pevçûnên dijwar didomin.
Li Taxa Yenîmahalleyê jî di encama pevçûnên dijwar de ciwanê ku navê wî nehat zanîn birîndar bû û ji aliyê şêniyên taxê ve hate dermankirin. Her wiha ji gelek taxên berxwedanê agahi nayê standin. Di encama topbarana tanxên li derdora Fermandariya 23'emîn a Cendermeyan a Sînor hatîn bicîhkirin de, li Yekemîn Nîzameyiya Fermandariyê şewat darket. Şewat ji hêla ekîbên îtfayeyê ve hate vemirandin.
Li Taxa Yenîmahaleyê jî hêzên dewletê xwestin ku bikevin kuçeyan. Li ser hewildanê hêzên YPS/YPS-JIN dest werdan û pevçûn derket. Piştre gelek ambulans çûn cihê pevçûnê û kuştî û birîndar rakirin Fermandariya Tûmenê.
Leşkeran gefên valekirina taxan xwarin
Li Taxa Îsmetpaşa jî welatiyên ku bi riya telefonê xwe gihand Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, dan zanîn ku hêzên dewletê li ser taxê de girtîne û gêfên valakirina taxê li wan xwarine. Welatiyên rastî gefên hêzên dewletê hatîn, dan zanîn ku di encama topbarana tanqan de gelek avahî şewitîne û hêzên dewletê ji komên agirkuj ku ji vemirandina şewatê dixwazin têkevin taxê re jî dibin asteng.
(kom/zt)