Li Geverê bombabaranê ji nû ve despêkir

11:28

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê ku tê îdiakirin çekên kimyewî tê bikaranîn di saetên sibehê de bombebarana li hemberî taxan ji nû ve destpê kir.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li hemberî dorpêçê berxwedana gel di roja 8'emîn de ye û tê îddia kirin ku hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ji bo bikaribin bikevin taxên berxwedanê gazên kimyewî bi kar tînin. Li navçeyê vê sibê jî ji Tabura Efeyan, Fermandariya Alayê ya Navçeyê û ji tankên li ser rêgeha Şemzînanê û serê sikanan hatine bicihkirin li hemberî taxên Zagros, Gungor, Orman, Mezarlik û Eskî Kişlayê topbaran destpê kir. Li navçeyê her wiha pevçûnên dijwar diqewimin.

Li hemberî êrîşên tevkujiyê berxwedan hêzên YPS YPS-JIN jî didome.

(ho/zt)