Li Şirnexê hêzên dewletê bi berxwedanê têk çûn

11:23

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên dewletê ku hewldidin têkevin taxan de li hemberê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê têk çûn. Topbarana li ser taxên berxwedanê jî bê navber berdewam dike.

Êrîşên qîrkirinê yên hikumeta AKP’ê li hemberê Şirnexê di roja 6’an de bi topbaranê berdewam dike. Li hember êrîşên hêzên dewletê ku taybet li ser taxên Dîcle, Yeşîlyurt, Cumhurîyet û Gazîpaşa berxwedana YPS/YPS-JIN’ê ya heybet didome. Di encama topbarana hêzên dewletê gelek avahiyan şewat derket û li ser şewatê dû ji bajêr bilind dibe. Hêzên dewletê ku xwestin têkevin taxên berxwedanê yên Yenîmahalle, Yeşîlyurt, Gazîpaşa ve Îsmetpaşa rastê berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê hatin û têk çûn. Hêzên dewletê ku paşve çûn dîsa vegeriyan êrîşên xwe yên bi rojane yê bi tang û topan.

Topbarana li ser hat giran kirin û bênavber didome.

(kom/zt)