Li Nisêbînê heta sibehê çeken giran nesekinîn

10:06

JINHA

MÊRDÎN – Berxwedana endamên YPS û YPS-JİN’ê ya li hemberî tîmên taybet ên li Nisêbînê di roja 7’an de berdewam dike. Heta sere sibehê tîmên taybet bi çeken giran êrîşî hundirê taxan kirin.

Nisêbîna ku berxwedan lê dom dike êrîşên dewletê heta sibehê dom kir. Taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîr heta saetên serê sibehê hatin bombebarankirin. Dİ êrîşan de gelek caran teqînên mezin pêk hatin. Ji aliyekî de sewkiyata wesayitên zirxî û ji aliyekÎ din ve liv û tevger ambulansan li ser kolana Îpekê dom dike.

Endamên YPS û YPS-JİN’ê bersivê didin êrîşên tîman û nahêlin ku tîm têkevin taxan.

(kom/zt)