Li Şirnexê pevçûn û sewqiyat didome

09:15

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê di roja 5 emîn de bi pevçûnên dijwar re berdewam dike û sevqiyata bi rojane li ser bajêr pêk tê saetên şevê jî pêk hat.

Êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê ku li ser Şirnexê di roja 5 emîn de bi topbarana tangan didome û pevçûnên dijwar a di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN de jî berdewam dike. Li ser êrîşên bi tang û topan sevkiyata leşkerî ku bi rojane li ser bajêr saetên şevê jî berdewam kir.

Di roja 5’an de jî êrîşên bi tang, top, obûs û fûzeyan li ser taxên berxwanê berdewam kir, ji wesayitên zirxî ji gule baranê li ser taxan kir. Ji derveyê êrîşên rojane, ev car hêzên dewletê hewldan ku têkevin taxên berxwedanê yên Yenîmahalle, Yeşîlyurt, Gazîpaşa û Îsmetpaşa lê li ser berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê paşve çûn. YPS/YPS-JIN hemû taxên berxwedanê êrîşên hêzên dewletê têk birin û li ser berxwedana hêzên YPS/YPS-JIN’ê dîsa êrîşên bi tang û topan dest pê kir. Êrîşên ku li ser tewahiya bajêr pêk tê bi saetên derengiya şevê li ser taxên Yeşîlyurt û Yenîmahalle zêde bû.

Ji aliyê dîn di saet dora 21:45’an de konvoya sewqiyeta leşkerî ku bi dehan wesayitên zirxî, mîdîbus û ambulansan pêk di hat ketin bajêr û ber bi Fermandariya 23 emîn a Cendermeyî ya Sînor ve çûn.

(kom/zt)