ROJEVA 20'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Şervanên YPJ'ê ên ku di eniya şer de dimînin, Newroz li tevahî jin gel pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê Neworza îsal bi rûhê Arîn û Zekiyeyan pêşwazî bikin.

*Dayîka Şengê ya ku ji Ewrupayê berbi Çiyayê Şengalê ve ketî rê bi jinên Êzidî re civiya. Şengê şanaziya xwe ya li warê pîroz Êzidîxanê anî ziman û got: "Ji bo me jinan rêxistinbûn ji nan û avê zêdetir giringe. Em jin dema rêxistin bibin dê her demê serketin ya me be."

*Endama Komeleya Êzidî di derbarê qetilkirina jina Êzidî ya bi navê Şîlan Hesen de nirxandin kirin û gotin ew ê li hember qetilkirina jinan têkoşîna xwe bilind bikin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.

*Endama Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Emel Elo da diyar kirin ku, bê kurdan ne gengaze e ku Cenevre 3'ê biser bikeve û got, çi biryarên ku derkevin jî wê nûnertiya Kurdan neke.

*Fermandara YJŞ'ê Sorxwîn Şengalî di derbarê rengên ala wan a nû û giringiya wê de got: "Ev al ji bo me xwediyê giringiyek pir mezine. Ji lewra emê xwe dibin sîya vê alê de weke jinên Êzidîxanê rêxistina xwe mezin bikin."

*Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer anî ziman ku amadekariyên Newroza Amedê a ku her sal bi milyonan mirov tevlî dibin ber bi xelasbûnê ne û got ku ya herî giring ji bo wan ewlehiya welatiyên tên Newrozê ye.

*Jinên Qoserê bertek nîşanî biriyara Waliya qedexekirina cejna Newrozê dan û gotin: "Ger me serî li hember qedexeyan danîbana me dê berî 30 sala daniyan. Jinan bi bedena xwe agirê Newrozê vêxistiye. Bê xwestin emê agirê Newrozê bi bedena xwe vêxin."

*Ji jinên girtî ên surgunê girtîgehên Îzmir û Sîncanê hatine kirin Sultan Atabay û xwişka wê Behiye Alabalike. Sultan û Behiye xwişka wan Fatma jî di girtîgehê de ye û xwişka wan yê biçûk Mizgîn di encamê pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide.