Li Cizîrê piştî 14 heftiyan dayîkan winda pirsîn

12:25

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê ji ber êrîşên hêzên dewletê piştî 14 heftiyan Dayîkên Şemiyê winda pirsîn.

Ji ber êrîşên hêzên dewletê ser navçeya Cizîra Şirnexê 14 heftiyan Dayîkên Şemiyê nekarîn bênbaheve. Di hefteya 14'an de weke berê cardin bi diruşmeya "Bila wina bên dîtin û kiriyar bên darezandin" Dayîkên Şemiyê li qadanin. Di çalakiya dayîkan wêneyên windayan hilgirtin de daxuyanî ji aliyê Endamê Komeleya Mafê Mirovan Abdulkerim Pusat ve hat xwendin.

Abdulkerim diyar kir ku 4 mehin mafê wan ê herî xwezayî mafê jiyanê ji destê wan girtine û wiha domand: "Di vê demê de cardin bi sedan mirov bi heman şêweyî qetilkirin. Li nava bajêr heta nahêlin mirov şîna xwe jî bikin û şîna wan tê astengkirin. Niha gelê me bi rakirina enkazê mijulin."

Abdulkerim bilêv kir ku di hefteya bê de dê cardin çalakiya Dayîkan li Kolana Hunerê ya Cizîrê berdewam bike û banga tevlîbûna çalakiyê li her kesê kir.

(zt)