Cenazê 2 jinên li Cizîrê qetilkirî teşhis kirin

10:33

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dorpêç û komkujiya hêzên dewletê de bi sedan welatî hatin qetilkirin. Cenazeyên 5 kesên din ên aydî M. Ata Kalayci, Guler Akil, Hanife Îdim, Tahîr Çelik û Ahmet Yılmaz piştî testa DNA'yê hatin teşhîskirin.

Hêzên dewletê li navçeya Cizîrê 80 rojan rêveberiya awarte îlan kir û 80 rojan Cizîr dorpêç kirin. Di dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de bi sedan welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin. Piştî cenazeyên gelek welatiyan hatin teşhîskirin, cenazeyên 5 kesên din hatin teşhîskirin. Cenazeyên M. Ata Kalayci û Guler Akil li Sîlopyayê, cenazeyê Hanife Îdim û Tahir Çelik li Rihayê, cenazeyê Ahmet Yilmaz jî li Dîlokê piştî testa DNA'yê hat teşhîskirin. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ketin rê.

(zt)