Bênavber Nisêbîn tê topbarankirin

10:10

JINHA

MÊRDÎN – Tankên dewletê ji gelek aliyan ve taxên Nisêbînê bomberan dikin.

Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê îro 6 roj in bê navber tê bombebarankirin. Taxên ku gelek sivîl jî hene ji ber êrîşên bi tankan gelek mal hatine hilweşandin û gelek jî hatine asta ku dê hew bê bikaranîn. Tîmên ku nikarin têkevin taxan ji qada newrozê ji saetên sere sibehê û vir ve nava taxa Firatê û Abdulkadîpaşa bombebaran dikin. Tankên ku li cem xeraca Qoserê hatine bi cihkirin, nava kolanên taxa Kişla û Zeynelabîdîn topbaran dikin. Tevlî hemû helwestê dewletê ketina wan ya taxan hêj pêk nehatiye û hêzên YPS û YPS-JİN’ê bersivê didin êrîşên dewletê.

(kom/zt)