Li Taxa Firatê bi tangan malan hildiweşînin

09:17

JINHA

MÊRDÎN – Li taxa ku beriya êvarî tankek hatibû ruxandin ya bi navê Firat a Nisêbînê, tîmên taybet êrîşên xwe didomînin.

Taxa Firat a Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi saetan e bê navber tê bombebarankirin. Hêzên YPS û YPS-JİN’ê bersivan didin tîmên taybet û nahêlin ku tîm têkevin nava taxan. Tîmên ku nikarin têkevin nava taxan ji qada newrozê û rêya îpekê êrîşî hundirê taxa Firatê dikin. Dengê çekên giran ji taxa Kişla û Zeynelabîdînê tên. Li heman taxan tîmên taybet ji wesayitên zirxî anonsên teslîmbuyînê li endamên YPS û YPS-JİN’ê dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN’ê bersiv bi çekan didin anonên tîman.

Ji ser taxan dûmana reş bilind dibe.

(kom/zt)