ROJEVA 19'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:16
* Ayşe Ertene a ku di Newroza Cizîrê ya 92'an de hevserê wê qetilkirin got: "Her tişt gelek xweşbû. Bi carekê re mudaxele kirin. Ji Newroza sala 92'an heya niha bi hezaran mirovan jiyana xwe jidest dan. Hîna jî mirin berdewam dikin. Ew difikirn ku dê me bi qetilkirinê teslîm bigirin. Lê em ti carî teslîm nabin."
*Sema Yuce, 21’ê Adara 1998'an de piştî Îdeolojiya Rizgariya Jinan hat îlankirin li Girtîgeha Canakkaleyê got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û bedena xwe da ber agir. Sema Yuce di nameyên li paş xwe hişt de hizîrîna xwe ya kur û ronahiya ku ji hevalên xwe yên li gel wê diman re mîras hişt di rêya pratîk a têkoşîna jinên a kîlometre dirêj de bû berên têkoşînê.