Li Dêrgûlê 3 kes hatin binçavkirin
09:59
JINHA
ŞIRNEX – Hêzên dewletê ku rojane bajaroka Dêrgûlê dorpêç kirî dest pê operasyonên qîrkirina siyasî kir. Di encama serdegirtina malên Hevşaredarên Dêrgûlê, Rêveberên DBP’ê û HDP’ê û gelek welatiyan de 3 kes hat binçavkirin.
Hikûmeta AKP’ê li ser tevahî ya Botanê polîtîkayên xwe yê qirkirinê di meşandin û li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê jî dest bi operasyonên qîrkirina siyasî kir. Hêzên dewletê ku taxên bajarokê dorpêç kirî li ser avahiyên Hevşaredarên bajarokê Mehmet Demîr û Ozlem Kutlu, Hevserokên DBP’ê Dursun Çakir û Azya Durak, Hevserokê HDP’ê Ekrem Guler, endamên Meclîsa Şaredariyê Îbrahîm Kiraç, Hamît Ayan û Çetîn Gûngor, rêveberên DBP’ê Emîn Gûler, welatiyên bi navê Abîdîn Durak, Haci Durak, Hamît Sîrek, Saît Kiraç, Arafat Gûler, Xelîl Aykaç û Ertaç Sedat de hat girtin. Tîmên taybet bi saetan di malan de lêgerinê kirin lê tiştek di malan de ne hat dîtin.
Piştî lêgerînên bi saetan gelek kes ne li malên xwe bûn û endamê meclîsa Şaredariyê Îbrahîm Çakir, welatîyên bi navê Hamît Sîrek û Saît Kiraç hatin binçavkirin. Yên ku hatîn binçavkirin birin qereqola cendermeyî.
(kom/rc)