Êrîş li Nisêbînê berdewam dike
09:56
JINHA
MÊRDÎN – Hêzê dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi ser taxên Nisêbînê de didomin.
Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ev 5 roj in rastî êrîşê dewletê tê. Hêzê dewletê yên ku nikarin têkevin taxan ji derveyî taxan, tax topbaran dikin. Heman tîm bombeyên hewanan davêjin nava taxan û malên welatiyên Nisêbînî tê hilweşandin. Ji saetên serê sibehê û vir ve giraniya êrîşan bi ser taxên Yenîşehîr û Dîcle de zêde bûn.
Tîm û tankên ku li qada Newrozê, Rêya Îpekê, Nexweşxaneya kevn û tabura navçeyê hatine bi cihkirin êrîşên xwe didomînin. Berxwedana hêzên YPS û YPS-JIN ji bo ku tîmên taybet nekevin taxan jî didomin. Di taxên ku ji aliye tîman ve tên topbarankirin gelek welatiyê sivil dijîn û malên wan tên şewitandin û hilweşandin.
Liv û tevgera wesayitên zirxî û ambulansan li ser rêya Îpekê didome.
(kom/rc)