ROJEVA 18'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Her ku agirê Newrozê geş dibû sînor û Kurdistan derbas dikir. Du jinên kurd Ronahî û Berîvan Manneheîm li Almanyayê bedena xwe dan ber agir û wiha gotibûn: “Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê kurd be.” Piştî wê rojê di devê her kesê de gotinek hebû: “Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Rohanî xwe ne şewitandibana.”
* Fermandara Tabura Şehîd Serkan a MLKP'ê û Şervana Rêxistina Jinên Komînist Hêvî Sarya di nirxandina Newroza 2016'an anî ziman ku gelê kurd bi berxwedanên xwe li gorî doh îro zêdetir nêzî serkeftinê bûne. Hêvî got ku dê faşîzm li hemberî berxwedana jin û gelê kurd têk biçe û wê gel bi ser bikeve.
*Endamên Meclîsa Dayîkên Aştî bertek nîşanî qedexeyên pîrozbahiya Newroza îsal yê ku ji aliyê walîtiyê ve li gelek bajêr hatine dayîn dan, qedexeyên salên 90'î bi bîrxistin û banga tevlîbûna bi rûhê berxwedan û serhildanê kirin.
*Bîşeng Çakir (Derya Botan) navê Bîşeng Anlik yê ku di sala 1992'an de ji aliyê hêzên dewletê ve li Newroza Şirnexê hatî binçavkirin û bi îşkenceyê hatî qetilkirin hilgirtiye û tevlî refên YPJ'ê bûye. Derya rûhê berxwedanê yê jinên Botanê hilda û di berxwedana hember çeteyên DAIŞ'ê de, di 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Bîşeng Bêrîvan Çakir jî diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Bîşeng derên û got ew navê neviyê xwe jî kiriye Bîşeng.
* Aktîvîsta KJA'ya Wanê Nazmiye Acar diyar kir ku ew amedekariyê Newroza ku dê li Wanê di 19'ê Adarê de pêk were bi dawî kirine û got, "Gelê Sur, Cizîrê, Nisêbîn, Silopî û Geverê ji bo hebûna xwe diyar bike bi berxwedanek mezin têdikoşe. Bi rûhê berxwedanê jin, zarok, ciwan û pîr em bendê her kesîne li qada Newrozê.