Malbata Berjîn hatin binçavkirin
14:23
JINHA
ERZEROM - Di serdegirtina ku li navçeya Tatosa Erzeromê hatî kirin de di navde bavê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya Mevlît Demîrkaya û xwişka wê Mehtap Demîrkaya jî heyî 3'ê kes hatin binçavkirin.
Li taxa Madrag û Koçyayla yê navçeya Tatosa Erzeromê serê sibê polîsan bi ser gelak malan de girt. Di serdegirtinan de bavê endama KJA'yê Berjîn Demîrkaya ya ku di jêrzemîna wehşetê de hatî qetilkirin Mevlît Demîrkaya, xwişka wê Mehtap Demîrkaya û Rêveberê DBP'ê ya Navçeyê Tatosê Eşref Baba hatin binçav kirin. Sedema binçavkirina 3'ê jî ne hat zanîn û wan birin Midûra Emnîyeta Navçeyê.
(dt/rc)