Berxwedana Nisêbînê mezin dibe

14:10

JINHA

MÊRDÎN – Tîmên taybet hewl didin ku têkevin taxên Nisêbînê lê li hemberî bersiva YPS û YPS-JIN neçar dimînin her carê paşve vedikişin.

Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku di bin dorpêç û êrîşan de ye tevlî hemû helwesta dewletê li ber xwe dide. Hêzên dewletê dixwazin bikevin taxan lê li ser bersivên YPS û YPS-JIN neçar dimînin her carê paşve vedikişin. Tîmên ku nikarin têkevin taxan, tax bombebaran dikin. Ji aliyekî din ve gelek tankên zirxî ên wekî kepçeyan tên bikaranîn jî di ketina taxan de tê sekinandin û hêzên dewletê armanç dikin ku ketina nava taxan bi xirabkirina malan bikin.

Caridin tîmên ku nikarin têkevin taxa Kişla û Zeynelabîdîn ya li ser sînorê Rojava, anonsên teslîmbûyînê li endamên YPS û YPS-JIN dikin. Hate zanîn ku hêzên YPS û YPS-JIN bi çekan bersivê didin anonsên dewletê. Caridin xetên telefonê hatiye astengkirin

Her wiha tîmên ku nikarin têkevin taxan bi balafirên bê mirov yên wekî Drone tên binavkirin keşfa taxan dikin. Êrîşên bi ser taxan didomin.

(kom/rc)