Êrîş li hember taxên Nisêbînê despêkir

11:44

JINHA

MÊRDÎN - Li Nisêbînê êrîşên dewletê berdewam dikin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşên dewletê yên bi ser taxan de berdewam dikin. Di saetên serê sibehê û vir ve êrîşên tîmên taybet girantirbûn û didomin. Tîmên ku dixwazin ji ser kolana dîrokî ya Îpekê têkevin nava taxa Firatê rastî bersiva hêzên YPS û YPS-Jin hatin. Piştî bersiva hêzên YPS û YPS-JIN pevçûn rû dan û dû teqîn pêk hatin. Piştî pevçûnan 2 ambulans sewkî cihê bûyerê hate kirin.

Pevçûnên li derdora taxan didomin.

(kom/rc)