Beriya Newrozê Dêrgulê hat dorpêçkirin
10:44
JINHA
ŞIRNEX - Piştî dorpêçkirina Şirnexê, berî Newroza dê li Dêrgulê bihata pîrozkirin têketin û derketina bajaroka Dêrgulê hat astengkirin.
Di baregeha êrîşên qirkirinê yên AKP'ê de li Şirnexê piştî îlankirina "qedexeya derketina derve" berî Newroza dê li bajaroka Dêrgulê bihatana pîrozkirin, li bajarokê pêkanînên rêveberiya awarte ketin dewrê. Li ser astengkirina têketin û derketina Dêrgulê, li Cizîr û bajaroka Kasrikê jî bi barîkatên leşkerî têketin û derketin hatin girtin. Her wiha bi wesayîtên zirxî bajaroka Dêrgulê ji aliyê hêzên dewletê ve hat dorpêçkirin.
Ji danê sibehê ve bo navçeyê sewqiyata leşkerî pêk tê, li gel vê amadekariyên Newrozê jî didomînin.
Ji bo beşdarbûyîna Newrozê tê payîn ku di saetên pêş de, dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bê Şirnexê.
(rc)