ROJEVA 17'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:02

*Derbarê hevkariya Partiyên Kurd bi çeteyan re û daxuyaniyên ENKS'ê yên reşkirina berxwedana Şêx Meqsûd de Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Eyşe Efendî nêrînên xwe bi JINHA re parve kir û got mertalên parastina gel YPG-YPJ ne.

*Emîne Miheydîn yek ji jinên ku têkoşîna jiyanê li gel her şert û mercên giran didê ye. Emîne diyar kir ku jin dikare hember mercên jiyanê têbikoşe û got hêza her jinek heye bi serkeve.

*Bi boneya 5. salvegera Şoreşa Suriyê Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Narîn Temo nirxandin kir. Narîn diyar kir ku jina Kurd di şoreşa Suriyê de xwedî cihek serekeye û got, "Di şoreşa Suriyê de jina Kurd berdêlên giran da û pêşengiya berxwedanê kir. Berxwedan û têkoşîna jina Kurd ji bo tevahî cîhanê bû çavkaniya jiyan û hebûnê."

*Jinên Wanê diyar kirin ku ligel her cure qedexe ew her sal roja Newrozê li qadanin û wiha gotin, "Em ê destûrê nedin agirê Newrozê me vemire."

*Li Hîndîstanê qirêj bi destê jinan tên berhevkirin, ligel vê tevahî karên giran bi jinên xizan tê kirin. Lê bi kampanyayê ku aktîvîstên mafê mirovan dabûn despêkirin hinek guhertin hatin çêkirin.

*Malbatên ku ji ber êrîşê hêzê dewletê neçar mane ji Surê derkevin, diyar kirin ku ÎŞKUR'ê ji bo karê paqijiyê bang li wan kiriye û wiha gotin, "Malê me xirab kirin û dûvre karê paqijiyê didin ber me."

*nên Geverê ku li hemberî hemû zilm û şikandina hişmendiya zayendîperest ya li ser jinê bê şikandin jî di berxwedanê de cihên xwe girtin. Yek ji endama YPS- JIN'ê ya Geverê Silava Ronahî ya ku ji berxwedana Silava ya li Rojava bi bandor dibe bi rihê berxwedana wê navê Silava li xwe dike û li hemberî hişmendiya zayendî li ber xwe dide.