Li Geverê hêzên dewletê avahiyan dişewitînin
17:36
JINHA
COLEMÊRG - Li Geverê di encama bombebarana giran a hêzên dewletê de gelek avahî hilweşiyan û şewat derket.
Li navçeya Geverê ya Colemergê şer û pêvçûn bê navber berdewam dike. Hêzên dewletê ku ev 4 rojin derketina derve qedexe kirine, bi şev û roj taxên xweser yên wek Cumhuriyet, Orman û Kişlayê bombe dikin, bi çekên giran êrîş dikin. Li taxa Cumhuriyetê gelek avahî di encama êrîşên bombebaranê de hilweşiyan û şewat derket. Endamên YPS û YPS- JIN jî bersivê didin êrîşên hêzên dewletê û bêhempa li ber xwe didin. Di taxê de gelek dengên bombe û çekên giran bilind dibe.
Her wiha gelek ambulans jî ber bi cihê bûyerê ve diçin. Li navçeyê şer û pevçûn berdewam dike.
(kom/zt)