Di êrîşa Veli Çaki de hevjin û kurê wî jî jiyana xwe ji dest dan

13:57

JINHA

TRABZON - Kujer Veli Çaki yê polîs bi çekê êrîşî malbata xwe kir. Di êrîşê de hevjina wî Gonul û Kurê wî Çagatay jiyana xwe ji dest dan.

Polîsê bi navê Veli Çaki li Trabzonê bi çekê êrîşî malbata xwe kir û piştre jî dawî li jiyana xwe anî. Di êrîşa kujer Veli Çaki de hevjin û kurê wî giran birîndar bûbûn û hat zanîn ku herduya jî jiyana xwe ji dest dane. Çapemeniya alîgir şîdeta mêr ne dît û got; "Ser hişê xwe çuye" û "di tora civakî de belav bû" nuçe hat çêkirin. Kujer Veli Çaki duh serê sibihê bi çekê êrîşî hevjina xwe Gonul, keça xwe Tansu û kurê xwe Çagatay kir û piştre berê çekê da xwe û dawî li jiyana xwe anî. Kujer Veli Çakir û keça xwe Tansu li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Gonul û Çatagay rakiribûn xweşxanê. Hat zanîn ku Gonul şevê din jiyana xwe ji dest da û Çagatay jî îro jiyana xwe ji dest da.

Cenazê Veli Çaki û herdu zarokên wî piştî karên otopsiya Adlî Tipa Trabzonê wê wan bişînin Enqerê.

(dt/zt)