Taxên Nisêbînê bê navber tê topbarankirin

12:32

JINHA

MÊRDÎN – Taxa Firatê ya Nisêbînê piştî teqînekî mezin ji aliyê tankan tê bombebarankirin. Ji tabura leşkerî jî taxa Yenîşehîrê bi guleyên hewanan tên bombebarankirin.

Êrîşên li ser taxên Nisêbîna Mêrdînê 3 roj in bê navber tên bombebarankirin. Ji tabura leşkeri ya li taxa Yenîşehîrê , nava taxa taxa Yenîşehîrê bi guleyên hewanan tê bomberbarankirin. Li taxa Firatê jî piştî teqînekê li cem wesayita zirxî pêk hat wesayitên li derdorê tax bi deqeyan bê navber gulebarankirin û piştre jî ji tankên ku li qada newrozê hatine bi cihkirin bombebaran tên kirin. Piştî teqîna ku li taxa Firatê li dijî wesayita zirxî pêk hat ambulans sewkî cihê buyerê hatin kirin. Ji aliyekî din ve kepçeyên yên girêdayî Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) yên ku hatine bi zirxîkirin ber bi taxên berxwedêr ve hatin birin.

Êrîşên li dijî taxan berdewam dikin.

(kom/zt)