Tindiya polîsan ser parêzeran
11:57
JINHA
STENBOL - Li Stenbolê di nav de malên parêzerên ku OHD'ê jî hene bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de heta niha 20 kes binçavkirin.
Li Stenbolê di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî de serê sibehê di nav de malên parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî hene 32 navnîşan rastî serdegirtina polîsan hat. Di çarçoveya operasyonê de heta niha 20 kes hatine binçavkirin. Li aliyê din di çarçoveya heman operasyonê de li 8 bajarên cuda jî serdegirtinên malan û binçavkirin pêk hatiye. Parêzerên ku hatin binçavkirin wiha ne: Huseyîn Bogatekîn, Îrfan Arasan, Adem Çalişçi, Ayşe Acînîklî, Ayşe Başar, Şefîk Çelik, Tamer Dogan, Ramazan Demîr.
(zt)