Geverî ji derdorê ber bi navendê ve ketin rê
11:50
JINHA
COLEMÊRG – Gundiyên bajaroka Bajêrge ji bo bombebarana giran a li hemberî qada Kanî Heyder a taxa Zagroz a navçeya Geverê ku zarok û jin jî di nav de bi sedan welatî hene rawestînin bi wesayîtên ber bi navenda navçeyê bi rê ketin.
Li Geverê, bombebarana giran a li hemberî qada Kanî Heyder a taxa Kanî Heyder didome û zarok û jin jî di nav de bi sedan welatî di malên xwe de asê mane. Ji bo rê li ber êrîşan bigirin gundiyên Bajêrgehê bi wesayîtên xwe ber bi navenda navçeyê ve bi rê ketin. Riya gundiyan ji aliyê leşkerên Qereqola Kisikli hate birîn lê gundiyan paş ve gav neavêt û bi dehan wesayîtan ber bi navenda navçeyê ve çûn.
(zt)