Li hember êrîşên ser Şirnexê berxwedan berdewame
09:05
JINHA
ŞIRNEX – Êrîşên sereke li ser taxên berxwedanê û tewahî bajêr bênavber berdewam dike û li hember êrîşan berxwedana hêzên YPS’ê û YPS-JIN jî didome.
Di çarçevoya şerê qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê de roja yekem a qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê hatî îlan kirin bi êrîşên hêzên dewletê berdewam dike. Ji îlan kirina qedexeyê ve top barana li ser taxên berxwedanê jî didome. Pevçûnên ku taxên Yeşîlyurt, Gazîpaşa, Bahçelîevler û Yenî pêk hatî de hêzên dewletê dem dem fûze jî kar anî.
Serdegirtina malan
Ji saetên serê sibê ve hêzên dewletê taxa Vakifken û Omerkoy ku tû xendek û barîkat lê tûne ye li ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de deriyên malan ji aliyê hêzên dewletê ve hat şikandin û amurên malan hat rûxandin. Her wiha pencereyên malan jî hat şikandin û mal hatin ser û bin kirin. Hêzên dewletê gefên koçber bûyînê li welatiyên taxên Vakifkent û Omerkoy ku li ser malên wan de hatî girtin xwarin. Malên ku hêzên dewletê serde girtî yek ji ya Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan bû û mala Serhat jî xirakirin.
Binçavkirin
Li gundê Heştan a Şirnexê jî hêzên dewletê li ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyên bi navê Yunus Zeybek, Seyfettîn Zeybek, Abdurrezak Ergîn û Halîl Yapar hat binçavkirin û bi hinceta “endamê rêxistinê” îfadeya wan hat girtin. Piştî îfadeyê her 4 welatî ji hat berdan. Her wiha di encama topbaranên tangên li derdoran bajêr hatî bicîhkirin de li taxa Omerkoy guleya topê rastê malakê hat û şewat di malê de derket. Di pevçûnên nava rojê de hat îdea kirin ku cerdevanê navê wî ne diyar jî hat kuştin.
Hêzên YPS’ê û YPS-JIN li hemberê lojmanên TOKÎ’yê ku piranî ji aliyê polîs, dozger û xebatkarên komên UMKE ve tê kar anîn çalakiya bi roketan pêk anîn. Di encama çalakiya hêzên YPS’ê de hat zanîn ku tu kuştî û birîndar çêne bû. Lê piştî çalakiyê lojman hatin vale kirin.
(kom/zt)