ROJEVA 16'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
* Malbatên girtiyên Girtîgeha Tîpa D ya Amedê yên ku despêkê sirguhî Osmanya û paşê jî sirgunî Îzmîr û Bandirmayê kirin gotin: "Bi gotina derkevin dozgeriyê îfade bidin sirgun kirine."
*Di 28. Salvegera komkujiya Helepçe de li tevahiya Kurdistanê û gelê Kurd bi çalakiyên xwe roja reş şermezar dikin. Derbarê komkujiya Helepçeyê de Rêvebera Asayîşa Jin Fîdan Ehmed nêrînên xwe anîn ziman û got, "Ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, pêwîstî bi yekgirtina netewî heye."
*Ji nûnerên civaka sivîl û Şaredariya Surê 25 derûnzanên dildar ji bo zarokên Surê ên ku ji ber şer travmeyên giran dijîn piştgirî.
*Li nava Pasurê F. B ya 14 salî ku astengdara hişiye derket holê ku bû mexdurê îstismara zayendî. Girêdayî bûyerê berî salekê lêpirsîn despêkiriye. Hat îdiakirin ku di îstismarê de bi qasî 170 kesan hene. Lê ji doza îstismarê niha tenê 2 kes girtîne.
*Dîrok 21’ê Adara 1990’an ciha Sûrên Amedê… Zekiye Alkan got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin.
*Jinên Îzmîrê teqîna ku li Enqerê pêk hatî nirxandin û bertek nîşanî dewlet û hikûmetê dan. Jinan bang li tevahî gelê Tirkiyê kirin û wiha gotin, "Li hember komkujiyan bê deng nemînin derên qadan û hesabê bipirsin."
*Jinên ciwan banga tevlîbûnê Newroza Amedê ya ku di 21'ê mehê de pêk were kirin. Jinan bal kişandin ser berxwedana ku li hember komkujiyê bilind dibe û wiha gotin, "Hatina Newrozê xwedî li berxwedanê derketine, divê her kes tevlî bibe."