Li taxên Nisêbînê êrîş zêdebûn

17:59

JINHA

MÊRDÎN – Wesayitek zirxî ya ku xwest têkeve taxên berxwedêr ên Nisêbînê rastî bersiva hêzên YPS û YPS-Jin ê hatin.

Êrîşên dewletê yên li ser taxên berxwedêr ên li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê didome. Piştî saetên nîvro êrîşên dewletê yên bi ser taxên berxwedêr ve zede bûn. Bombebarana tankan ya ji ser rêya dîrokî a Îpekê ber bi nava taxan berdewam dike. Caridin ji ser qada Newrozê ber bi taxên Firat û Abdulkadîrpaşa êrîş tên kirin.
Pevçûn li derdora taxan berdewam dike.

(kom/zt)