Li Şirnexê êrîşên ser taxan berdewam dike

16:29

JINHA

ŞIRNEX - Êrîş û dorpêça hêzên dewletê ya li ser Şirnexê berdewam dike.

Di çarçevoya êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP'ê li hember Kurdistanê de, roja yekem a qedexeya derketina kolanan a li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê bê navber berdewam dike. Di encama pevçûnên navbera hêzên dewletê û hêzên YPS'ê de hat ragihandin ku leşkerek jiyana xwe ji dest daye. Li taxa Yenîmahalle jî ya ku ji saetên serê sibê ve êrîşên hêzên dewletê didome li ser bersiv dayîna hêzên YPS'ê û YPS-JIN'ê pevçûn derket. Di encama bombebarana tangên ku girên derdora Şirnexê hatî bi cîh kirin de li taxa Omerkoy (Şehrî-Nuh) agir bi avahiyekê ket.

Her wiha saziyên dewletê yên ji aliyê hêzên dewletê ve wekî qarargahan tê kar anîn jî êrîşê taxên berxwedanê dike û hat dîtin ku gelek segvan jî li avahiyên bilind hatine bi cîh kirin.

(kom/zt)