Li Nisêbînê hêzên dewletê malan xiradikin

11:06

JINHA

MÊRDÎN - Pêkanînên rêveberiyên awarte yên li ser Nisêbînê berdewam dikin. Tîman 4 malbat ji taxên wan derxistin û ew anîn Salona Sporê. Cerdewanên ku banga tevlîbûna operasyona li wan hate kirin, tevlîbûna operasyonan qebul nekirin.

Li Navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku pêkanînên rêveberiyên awarte lê tê jiyandin êrîş jî berdewam dikin. Êrîşên dewletê dûh êvarî bi ser taxên berxwedêr ve berdewam dikin. Li hemberî êrîşên dewletê hêzên YPS û YPS-Jin’ê jî bênavber li ber xwe didin. Tîmên ku dixwazin bikevin nava taxa rastî bersiva hêzên YPS û YPS-Jin’ê tên. Li ser vê hêzên tîmên AKP’ê bi tankan malan hildiweşînin û dixwazin têkevin taxan. Dewlet, êrîşên ku bi hevkariya artêşa tirk (TSK) û Miduriyeta Polîsan ya Nisêbînê bi hev redimeşînin dixwazin cerdewanan jî tevlî êrîşan bikin. Hat îdîakirin ku dewletê xwestiye cerdewanên gundê Caglarê tevlî operasyonan bikin lê ewan ev yek qebul nekiriye û tevlî êrîşan nebûne.

Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku 4 malbatên ku li taxa Yenîşehîrê dijiyan ji aliye tîman ve ji malên wan hatine derxitin û ew anîne Salona Sporê ya girtî a Nisêbînê.

(kom/zt)