Li hember êrîşan berxwedan bilind dibe
09:04
JINHA
MÊRDÎN – Êrîşên dewletê bi ser taxên berxwedêr yên NisêbÎnê de berdewam dike. Endamên YPS û YPS-Jin’ê Li cem xeraja wesayitên Qoserê li dijî wesayita zirxî çalakiya bi roket pêk anîn.
Piştî biryara ‘OHAL’ê ya li Nisêbîna Mêrdînê tîmên taybet êrîş bi ser taxên berxwedêr ve dibe. Di encama êrîşan de gelek mal di bin êrîşên tankan de man. Ji aliyekî din ve ambulans ber bi taxên berxwedêr ve hatin şadin lê hinceta çûna ambulansan nehat fêhmkirin.
Li hemberî êrîşên dewletê hêzên YPS û YPS-Jin’ê jî berxwedan xurt kirin. Hezên YPS û YPS-Jin’ê çalakiya bi roket li dijî wesayita zirxî ya li cem xeraja wesayitan ya Qoserê hatibu bi cihkirin pêk hat. Hat îdîakirin k udi encama êrişa bi roket de 2 tîmên taybet jiyana xwe ji dest dane û 3 ji wan jî birîndar bûne. Ji aliyekî din ve hate îdîakirin ku li hemberî çawişekî pispor êrîşa bi kanasê pêk hat û çawişê pispor bi giranî birîndar bû.
Êrîşên dewletê ber bi taxên ku lê gelek sivîl jî dijîn berdewam dike. Li gel êrîşan berxwedan bilind dibe.
(kom/zt)