ROJEVA 15'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li her qadê jiyanê jin têkoşîna avakirina jiyanek nû didin. Wîdad Ehmed li bajarê Til Temir piştî ku hevjînê wê di encamê êrîşê çeteyan de jiyana xwe ji dest dide, berpirsyariyê zarok û yê jiyanê hildaye ser milê xwe û wiha dibêje, "Li hember zehmetiyên jiyanê ez xwe xurt hîs dikim."
*Newroza ku navê berxwedana li dijî zilmê ye, bi têkoşîna jinan pêl bi pêl belav bû. Binevş Agal (Bêrîvan) ku navê xwe ji destana 'Cembeliyê Mîrê Hekkarî û Binevşa Narîn' girtiye bû sembola jinên ku li Cizîrê li ber xwe dan.
*Xizmên wendahiyan ên ku ji salên 1990'an ve li eqûbetê zarokên xwe digerin wiha gotin, "Di salên 90'an de bi veşartî qetil dikirin niha eşkere dikin. Em hîna li wendahiyên xwe digerin, lê mirov tên qetil kirin. Divê êdî dewlet dev ji vê polîtîkayê xwe berde."
*Mirovên ku koçberî bajaran bûne, ji ber gelek pirsgirêkên ku dijîn dixwazin vegerin gundên xwe. Meryem Sînem Tunç(75) a ku ji ber pirsgirêkên aborî koçî bajar diyar kir ku axê li ser hatî dinê ji her tiştê re dermane û wiha got, "Li gund jiyanê me tev xwezayî bû. Ji çiyê me gelek giha ji bo nexweşiyan berhev dikir, lê jiyana bajêr mirovan tangav dike."