Li Elihê 3'ê girtiyê jin surgun kirin

17:59

JINHA

ELIH - Di nav de 3 girtiyên jin jî heyî ji Girtîgiha Elihê bi giştî 8 girtiyên siyasî surgunî girtîgihên cuda kirin.

Ji Girtîgiha Tîpa M a Elihê de 3 jê jin bi giştî 8 girtiyên siyasî sirgunî girtîgihên cuda kirin. Navê girtiyên hatin sirgunkirin wihane; Murat Acar û Abdulsamet Ozbek Girtîgiha Tîpa F a Kirikkale, Binur Yildiz û Halime Acar Girtîgiha Sîncane, Sefer Baran, Abdulsamet Demir û Mehmet Şirin Înce Girtîgiha Tîpa E a Meletî û girtiya bi navê Selma Uçar jî surgunî Girtîgiha Tîpa M a Midyadê kirin.

(dt/zt)