4 akademisyenên dinê yên nebûn hevkarên suc hatin girtin

15:46

JINHA

STENBOL- Akademîsyen Esra Mungan, Muzaffer Kaya, Kivanç Ersoy û Meral Camci yên ku li dijî polîtîkayên AKP'ê yên şer îmze avêtin deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" hatin binçavkirin.

4 akademîsyenên li diji polîtîkayên AKP'ê yên şer û tundiyê deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin hatin binçavkirin. Akademisyenên ku li dijî şer dengê xwe bilind kirin rastî gef û êrîşên lîncê yên Serokomar Tayîp Erdogan û wekîlên AKP'ê hatin. Endamên Înîsiyatifa Akademîsyenan a Ji bo Aştiyê îndekar Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya, Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Doç. Dr. Kivanç Ersoy û Alk Doç. Dr. Meral Camci ku ji zaningehan hatibûn dûrxistin hatin binçavkirin.

(zt)