ROJEVA 14'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên Colemêrg bertek nîşanî êrîşên ser Geverê dan û gotin; "Dewlet bi tang û topên xwe nikare çavê me bitirsîne. Ji ber li hember tang û topên wan vîna me ya serketinê heye. Gever ne tenê ye, heya dawiyê em li gel wanin."
*Li bajarê Kobanê jina bi navê Xanim Mistefa Şamilyan 25 salin bi kedê xwe jiyana xwe rêve dibe. Xanim diyar kir ku divê tevahî jin ji hêzên xwe bi bewar bin û got, "Her jin ked dide divê xwedî li keda xwe derê. Ez xwe mûhtacê hêz û alîkariyê mêr nakim."
*Julîana Gozen diyar kir ku parastina cewherî ji bo jinan jiyaniye û got ew wek jinên Tirkiyê parastina cewherî ji YPJ-JIN qut nagirin dest û YPS-JIN ên ku hember komkujiyê parastina xwe yê cewherî dikin silav kir.