Li derdora nexweşxaneya kevin şewat derket
08:06
JINHA
MÊRDÎN – Li Nisêbînê beriya ku dema qedexeyê bê hêzên dewletê êrîşî taxan kirin û di encama êrîşê de li deverekê taxên berxwedêr şewatekî mezin derket.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê piştî îlankirina qedexeya derketina kolanan hêzên dewletê bi çeken giran êrîşî ser taxan dikin. Di encama êrîşan de hate zanîn ku li derdora nexweşxaneya kevn ya li taxa Abdulkadîrpaşa ya Nisêbînê li deverekê şewat derketiye. Agirê şewatê ji gelek deverên bajêr tê xuyakirin û şewat hêj berdewam dike. Ji aliyê din ve êrîşên hêzên dewletê yên li ser taxan berdewam dike. Li ser êrîşên dewletê endamên Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan-Jin (YPS-Jin) bersivê didin êrîşên dewletê.
(kom/zt)