Li Nisêbînê welatî gulebarankirin: 3 birîndar

08:06

JINHA

MÊRDÎN – Beriya ku qedexeya derketina kolanan li Nisêbînê dest pê bike welatî hatin gulebarankirin û 3 kes birîndar bûn.

Beriya ku qedexeya derketina kolanan ya li Nisêbîna Mêrdînê destpêbike wesayitên zirxî gel gulebarankirin. Li navenda sûka navçeyê wesayitên zirxî gûle bi ser welatiyan reşandin û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Di êrîşa çekdarî de welatiyê bi navê Adem Çetîn û 2 kesên din yên navên wan nehat zanîn bi ambulansên ku hatin heremê rakirin nexweşxaneya Mêrdînê.

Hat zanîn ku 2 kesên din yên ku navên wan nehatine zanîn ji vir sewkî Amedê hatine kirin.

(kom/zt)