Ji bo yên li Cizîrê hatin qetilkirin li Stenbolê taziye hat vedan
17:57
JINHA
STENBOL - Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, serdana sersaxiya Abdullah Înedi, Serhat Altun û Mehmet Tunç ên li Cizîrê di komkujiyê dehatin qetilkirin kir û diyar kir ku her şehidekî wan perçeyeki dilê wan e û wiha got: "Wan li dijî DAIŞ'ê şer kir. Dilekî mezin ji mere hiştin. Ma em dê ji JOH û POH'ê yên li Cizîrê komkujî pêk anîn û gotin 'Keçikno em hatin', sutyenên wan daliqandin û bedenên jinan ên tazî teşhîr kirin re bêjin şehît? Na esil yên şehîd kesên li dijî wan şer dikin in."
Rêveberiya YAKAY-DER'ê û rêxistina HDP'ê ya navçeya Sultanbeylî ji bo Abdullah Înedi, Serhat Altun û Mehmet Tunç ên li Cizîrê di komkujiyê de hatin qetikirin sersaxî danî. Sersaxî li avahiya HDP'ê hat qebûlkirin. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cesim Soylu û gelek welatiyên din sersaxî ziyaret kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Li salonê wêneyê Tunç ê nivîsa "Me di ber xwe da, me çong danenî, bi me serbilind bin" vekirin.
Serokê YAKAY-DER'ê Necip Bîngol, diyar kir ku Mehmet Tunç, vasiyeta pîrê xwe Seyit Rıza nû dike û li dijî zilmê çong daneniye.
Birayê Abdullah Înedî Ali İnedî jî diyar kir ku ew êşa kesên li Sîlopya, Cizîr û Nisêbînê hatin qetilkirin tevan di dilê xwe de hîs dikin.
Wekîla HDP'ê Huda Kaya jî diyar kir ku her şehidekî wan perçeyeki dilê wan e û wiha got: "Wan li dijî DAIŞ'ê şer kir. Dilekî mezin ji mere hiştin. Ma em dê ji JOH û POH'ê yên li Cizîrê komkujî pêk anîn û gotin 'Keçikno em hatin', sutyenên wan daliqandin û bedenên jinan ên tazî teşhîr kirin re bêjin şehît? Na esil yên şehîd kesên li dijî wan şer dikin in
Sersaxî bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
(zt)