ROJEVA 13'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:00

*Li gundên Kobanê jiyan bi destê jinan ji nû ve tê honandin. Yek ji jinên avakarê jiyanê jî dayîka Zeyneb a bi keda xwe zarokên xwe dide jiyan kirine.

*Gelê kurd ji bo welatiyên ku ji ber êrîş û hovîtiyên dewletê ku ev çend meh in li ser bajarê Kurdistanê dide meşandin ji malên xwe derketi bûn kampanyaya alîkariyê dabûn dest pê kirin. Piştî şaredarî û saziyên sivîl niha Trîbûna Mor ji bo Sûrê alîkarî kom kirin. Trîbûna Mor ku ji koma piştevaniyan jinan pêk tê û Unî-Amedspor ji bo Sûrê kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

*Jinên Artvînên ên ku bi salane li hember çêkirina madenên li Cerattepeyê têdikoşin, li gel her cure êrîş dev ji berxwedana xwe bernadin. Ekîn Oztûrk diyar kir ku dema ew dixwastin xwazayê xwe biparêzin rastî êrîşên giran hatine û wiha got, "Eger Cerattepe veguherînin cihê maden çêkirinê ji xwe wê Artvîn jî tune bibe. Em ê li vir têkoşîna xwe bidomînin. Jin li vir weke her car dê pêşengiya têkoşîna parastina xwezayê bike."

*Ligel ku li Surê operasyon qediya ye jî ne rakirina dorpêçê bertekê gel avadike. Fatma Pamuk diyar kirin ku ew dixwazin êdî vegerê malê xwe û wiha got, "Roja ku qedexe rabe despêkê ez ê herim Surê. Ew hilweşandin û xirab kirin, lê em ê bi destê xwe malên xwe ji nû de înşa bikin."