Li Mêrdînê 3 jin di navde 12 kes hatin binçav kirin

17:35

JINHA

MÊRDÎN - Li Mêrdînê 3'ê jin di navde 12 kes hatin binçav kirin.

Jiyan Ozturka ku li gundê Qêsra Qelendera Mêrdînê dijiya serê sibehê gava ji bo azmûna ehliyêtê hat navênda Mêrdînê hat binçavkirin. Hat zanîn ku Jiyana ku hatî binçavkirin ji nexweşa Epîlepsiya birin Murduryêta polîsan a Mêrdînê û sedêma girtina wê nehat zanîn. Serê sibehê li navçê Artuklu û Qoserê a Mêrdînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di sergirtinên malan de Hevşeradarê Qoserê Hakki Akansel, endamen partiyê Veysî Şimdi, Serdar Dînç, Cengiz Albayrak, Feyzî Fidan, Încile Alaattin Guneş, Mehmet Sinci, Ahmet Ozturk û Hediyê Ozturk hatin binçav kirin.

11'e kesên ku sedema binçav kirina wan nehat zanîn birin Muduryeta polîsan a Mêrdînê.

(dt/rc)