Cenazeyê Asya Taşci radestî malbatê hat kirin

12:03

JINHA

AMED - Cenazeyê endama YPS-Jin Asya Taşçi ya li Sûrê di 19'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da, piştî 21 rojan ji aliyê malbatê ve hate wergritin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê 102 roj in dorpêça hêzên dewletê dewam dike. Cenazeyê endama YPS-Jin Asya Taşçi ya ku di 19'ê Sibatê de li Sûrê jiyana xwe ji dest da piştî 21 rojan teslîmî malbatê hate kirin. Tevî ku malbatê cenaze teşxîs kiribû jî testa DNA'yê hatibû xwestin. Piştî ku testa DNA hate kirin cenazeyê Asya îro ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargilê ji aliyê malbatê ve hate wergirtin.

Asya ji bo bê definkirin ber bi Sêrtê ve hat şandin.

(rc)