ROJEVA 12'Ê ADARA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Li Efrînê jin pêşengiya parastin, guhertin û înşa kirinê dikin. Rêvebera Beşa Lêpirsînê ya Asayîşa Jin a Efrînê Narîn Mihemed derbarê kar û xebatên xwe ji ajansa mera axivî.
*Bi hatina biharê re jinên Wanê dest bi berhevkirina gîhayê tûzikê kirin. Cemîle Ortasaç yê ku her sibê ji bo berhevkirina gîhayê tûzikê dikeve rê diyar kir ku gîhayê tûzikê ji bo gelek nexweşî dermane û divê mirov bixwin.
*Li Tîbetê ku zîhniyeta desthilatdar serwere rahîb û rehîbe ne xwedî heman statûyê ne. Rehîbeyên ku têkokşîna wekheviya zayendî didin, diyar kirin ku ew demek dirêj rastî êrîşan tên û gotin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
*Nûnera Navenda Şewirmendiya Jinê Sosîn a Geverê Pinar Befre di derbarê tundî û qetliyama li ser jinê ên ku di rojên dawî de zêde dibin de axivî. Pinar diyar kir ku heya hişmendiya feodal hebe dê tundî û qetîlkirinên jinan jî berdewam be.
* Jinên Êzidyên piştî êrîşên hovaneyên çeteyên DAIŞ'ê di nava refên parastinê de cîh girtîn hem ji bo tolhildana komkujiya Êzidiyan û hem jî ji bo tolhildana jinên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û di bazarên koleyan de tên firotin sondxwarîne. Hêza parastina jinên Şengalê Yekîneyên Jinên Şengalê (YPŞ) yên hêviya bi dehan jinên Êzidiyên hatî revandin û xudawendên Kurdistanê. Ev jinên ku kenê ser ruyê wan hêviyê didin mirovan hêviya pêşerojê ne...